Amerîka: Em ji ber êrişên li dijî YPGê nîgeran in

Amerîkayê nîgeraniya xwe li topbarankirina pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve ragihand, ku bûye sedema wê yekê ku HSD êrişên xwe yên ser DAIŞê bide sekinandin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Pladino ragihand ku “Bombebarankirina leşkerî ya yekalî ya bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê her aliyekî ve cihê nîgeraniya mezin a Waşingtonê ye, bi taybetî di demekê de ku dibe ku leşkerên Amerîkî li wê deverê hebin”.

 

Robert Pladino amaje bi wê yekê kir ku hevahengî û şêwra di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser wan babetan ku peywendiya wan bi warê ewlehiyê heye “kar û rêbazeke baştir e”.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin