Amerîka: Eger Tirkiye berê xwe bide Minbicê dê rewş biguhere

Rayedarên Tirkiyê radigihînin ku piştî Efrînê dê li Minbicê jî operasyon bikin, lê rayedarên Amerîkayê jî diyar dikin ku “Minbic ji aliyê hêzên hevpeymaniyê ve hatiye rizgarkirin û eger Tirkiye berê xwe bide wê derê, nêrîna li ser vê mijarê dê biguhere”.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan aşkere kiribû ku piştî operasyona Efrînê dê li Minbicê operasyon pêk bînin.

 

Rayedarên Amerîkayê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandine ku gefên Erdogan ên li ser derxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Minbicê, ji bo Washingtonê mijara herî giring e.

 

Li gor nûçeya Reutersê, şandeke berevaniyê ya Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina mijara Efrîn û ewlehiyê, hê li Enqerê ye.

 

Li ser niyeta operasyona Tirkiyê ya li dijî Minbicê rayedarê amerîkî diyar kiriye: “Minbic ji aliyê hêzên hevpeymaniyê ve hate rizgarkirin, eger Tirkiyê berê xwe bide wê derê, nêrîna li ser vê mijarê dê biguhere.”

 

Rayedarê amerîkî herwiha gotiye: “Tirk behsa vê yekê dikin, lê nîşaneyeke ku rasterast dê ber bi devera ku em lê ne pêşve biçin tine ye. Niha tiştê ku li Efrînê diqewime têkoşîneke gelek cuda ye û eger Tirk ber bi rojhilat ve pêşve biçin, rewşa ku dê derkeve holê, dê gelek ciyawaz bibe.”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin