Amerîka dorpêçê danî ser wezîr û wezaretê Îranê

Amerîka dorpêçê danî ser wezîr û wezaretê Îranê

Amerîka bi sedema ku desteka fînansê didin Hêza Qudsê ya bi ser artêşa Îranê, wezareta petrolê ya Îranê tevî wezîrê wan yê petrolê Bijan Zanganeh jî din ava wan de dorpêçê danî ser wan. Her weha dorpêçê danî der şîrketa petrolê ya Îranê ya dewletê NIOC û şîrketa tenkêran ya gihandinê NITC ê.

Ragihandin ji aliyê wezareta xezînê ya Amerîkayê bi awayekî nivîskî hat ragihandin. Di nava dorpêçê de 4 kes hene ku berê petrolê firotine Venezuelayê. Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Mnuchin weha got:

“Rejîma Îranê berya her tiştî alîkariya rêxistinên terorê dike, pere bo bernama nukllerî ya Îranê serf dike û pêdiviyên xelkê Îranê piştguh dike.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye