Amerîka dorpêçê danî ser 8 şîrketên din

.

Rêvebiriya Amerîkayê dorpêçê danî ser 8 şîrketên din yên ku bazirganiya berhemên petrokomyayê li Îranê, Çînê û Sîngapûrê lê yên malê Îranê dikin û wan xist lîsteya reş. Ragihandin ji aliyê wezareta Xezînê ya Amerîkayê de bi awayekî nivîskî hat kirin.

Wezaret ragihand ku di ser rêya şîrketa Triliance Petrokimyayê de 8 şîrketên ku malê Îranê yên petrokîmyayê difroşin, xistiye lîsteya reş. Şîrketên behsa wan têkirin, navendên wan Îran, Çîn û Sîngapûre û perê ku dikeve destê Îranê, bi wan pereyan finansa rêxistinên terorî û rejîmên ku zengarî bûne dike.

Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Mnuchin li ser mijarê ragihand ku Îran bo berhemên petrokîmyayê yên Îranê ji tora navdewletî ji sektora petrokîmyayê fêde dibîne û weha got:

“Amerîka biryara xwe daye ku her pere an fêdeya ji Îranê re here û Îran bi wan pereyan destekê bide grûbên terorîst û bi wan pereyan zorê bide ser xelkê Îranê, wê bike hedefa xwe.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye