"Amerîka di piştevaniya Kurdistanê de berdewam e"

Cîgirê Trump bo Barzanî: Amerîka di piştevaniya Kurdistanê de berdewam e

Di peywendyeka telefonî de li gel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, cîgirê serokê amerîkî yê helbijartî Mike Pence tekezî li ser berdwambûna Amerîka jibo piştgirtina Kurdistanê û pêşmergeyan kir.

Pence diyarkir ku wî serdana Kurdistanê kiriya û ew qehremanî û qurbaniyên peşmergeyên Kurdistanê di serê li dijî terorê de bilind dinrxîne û dupatkir ku serokê Amerîka yê nû û rêveberiya wî dê berdewambin di piştavniya gel û pêşmergeyên Kurdistanê de.

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî pîrozbahiya serok Trump kir û hêviya xwe derbirî ku rêveberiya nû ya Washingtonê dê piştavaniya daxwazên gelê Kurdistanê yên rewa bike.

Di dawiya peywendiya telefonî de, herdû aliyan tekez li ser bihêzkirina peywendiyan di navbera Amerîka û Kurdistanê de kir. 
(E.B)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin