Amerîka di derbarê Încîrlîkê daxuyanî da

Li ser îdiayên ku, Amerîka ji binkeyê esmanî yê Încirlikê veqetiyaye, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê daxuyanî da.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de got, "Amerîka ne ji binkeyê Încirlikê ya li Tirkiyeyê ne jî ji binkeyê El Ûbeydê ya li Qatarê vediqete. Agahiyên derbarê vê yekê de şaş û bê bingeh in."

Fermandariya Hêzên Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku agahiyên dibêjin Amerîka dê ji binkeyên esmanî yên Încirlik a li Tirkiyê û El Ûbeyd a li Qatarê veqete, dûrê rastiyê ne.

Li ser tora fermî ya civakî twetterê ya fermî ya CENTCOMê peyamek hat parvekirin û di wê peyamê de ev tişt hatin gotin, "Amerîka ne ji binkeyê Încirlikê ya li Tirkiyê ne jî ji binkeyê El Ûbeydê ya li Qatarê vediqete. Agahiyên derbarê vê yekê de şaş û bêbingeh in."

Di heman demê Fermandariya Hêzên esmanî yên Amerîkayê jî daxuyaniyek li twetterê de parve kir û ew îdiayên digotin, Amerîka dê ji binkeyên esmanî ya Încirlika li Tirkiyeyê veqete, derewandin.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend hefte ne dihat îdia kirin ku Amerîkayê ji hêzên şer yên li binkeya esmanî ya Încirlikê vekişandine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin