Amerîka dest danî ser Press TV û malpera Al-Alam ya Îranê

.

 Rêxistinên medyayê yên navenda wan Îran’in ya bi navê Press TV, malpera bi navê Al-Alam û malpera di bin kontrola Hûsiyan de ya bi navê Al Masirah ku navenda wê Lubnane, ji aliyê Amerîkayê de tedbîr dane ser wan û ber li weşana wan girtine û hem kes nikare xwe bigihîne wan. Kesên xwestine seredana malper û tv yan bikin, dîtine ku li ser ekranan weha hatiye nivîsandin:

“Weka perçeyekî ji tevgera asayîşê ya ku ji aliyê Buroya Sanayî û Ewlehiyê, Daîra Îxracatê ya Îcrayê û FBI de, li gor 18 USC 981, 982 û 50 USC 1701-1705 ê fermana destdana ser wan hatiye dayîn û niha di destê dewleta Amerîkayê de ye.”

Di peyamê de tê gotin bi sedema sûcên biyolojik, nukleerî û karê qaçax yê teknolojik dest danîne ser malperan. Di bin peyaman de logoyên FBI û ya wezareta bazirganiyê ya Amerîka hene.

Bikaranînerên Îngîltere û Awûstralya dibêjin ku ew dikarin xwe bigihînin malperan û bixwînin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye