Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike rêz li serweriya Iraqê bigre

.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê dike rêz li serweriya dewleta Iraq a federal bigre.

Wezareta derve ya Amerîkayê derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Gare, li dijî gerîllayên PKKê ragehand, ‘’Em agahdarê raportên nûçeyên derbarê operasyonê de ne.’’

Li gor zanyariyên çapemeniyê, wezareta derve ya Amerîkayê ragehandiye, her operasyonekî leşkerî nav axa Iraq a federal, pêwîste rêz li serweriya wê dewletê bigre.

Çavkaniyekî nav PKKê jî ji kanala El-Erebiye re ragehandiye, di encama şerê çekdarên wan û artêşa Tirkiyê li çiyayê Gare 30 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gor wezareta berevaniya Tirkiyê jî ragehandiye, di encama êrîşê de 50 binkeyên PKKê hatine wêran kirin û 33 çekdarên PKKê hatine kuştin, ku du kes ji wan rêveber in.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye