Amerîka bo krîza Venezuelayê bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir

Piştî serokê opozîsyona Venezuelayê Juan Guadio xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê ragihand, nîqaş gur bû.

Amerîkayê, li aliyekî serokatiya Juan Guadio nas kir û li aliyekî din, bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir ku bo çareserkirina krîza li Venezuelayê sibê 26ê Çilehê, civînek li dar bixe.

Serokê Parlamentoya Venezuelayê û rêberê partiyên opozisyonê Juan Guaido, xwe wekî serokê demkî yê Venezuelayê ragihandibû û welatên wekî Amerîka,Kanada, Peru, Ekvator, Paraguay, Şili, Brezîlya, Arjantin wî nas kiribû û serokatiya wî pejirandibû.

Dewlwtên wekî Rûsya, Tirkiye, Çîn, Bolivya, Meksîka jî ragihandin ew serokatiya Guaidoyî nas nakin, piştgiriyê didin Muduroyî.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk jî ragihand ew piştgiriyê didin serokê opozîsyonê û got: "Ez hêvî dikim tevahiya Ewropayê dê piştgiriyê bide hêzên demokratîk. Berovajî Muduroyî, Meclîsa Venezuelayê û Juan Guaido xwediyên erka demokratîk in ku xelkê vî welatî dane wan."

Welatên wekî Almanya, Fransa, Brîtanya, Romanya û Swêd jî daxwaz kir ku hilbijartin dê were dubarekirin.

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêşniyar kir ku ew dikarin bibin navbeynkar bo lihevanîna herdu aliyan û got: "Em amade ne digel hemû aliyên berpirsiyar, hevkariyê bikin."

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin