Amerîka baregehên Heşda Şeibî li Sûriyê bombebaran dike

.

Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin. 

Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) belav kir, wan baregehên milîşyayên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin, ew jî bersivek e li ser zincîreya êrîşên ku li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê tên kirin e.

Pentagon tekez kir, di êrîşê de komgehên çekan û baregehên grûpên çekdar ku di nava wan de mîlîşyayên “Hizbulah û Seyid Şuhada” hene, hatin armanckirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatine armanckirin û armanc jê, parastina berjewendiyên Amerîka ye.

Ji aliyê xwe ve hin berpirsên Amerîkî ji ”New York Times” re ragihandin, baregeheke taybet a bi meşandina droneyan a mîlîşyayên ser bi Îranê ve di êrîşa Amerîka de ye hat jinavbirin.

Ji aliyê xwe ve, Heşda Şeibî aşkere kir, di encama bombebarana Amerîka de, 5 çekdarên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.

Her di wê çarçoveyê de jî, Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, firokeyên Amerîkî îro demjimêr 20:00 êrîşî ser gundewarê Bokemalê li parêzgeha Dêrazorê kir û di encamê de zarokek hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir