Amerîka baregeha leşkerî ya Hewlêrê hîn mezintir dike

Hat ragihandin ku Amerîka baregeha xwe ya leşkerî ya hewayî ku ji sala 2015an ve ava kiriye, mezintir û çalak dike.

Hat gotin ku ‘Baregeha Harîr a Hewayî’ ya li Hewlêrê di çarçoveya plana mezinkirinê de tê firehkirin û erazîyeke mezin ji bo baregehê bi têlan hatiye rapêçandin.

Tê gotin dê ew baregeh ji bo êrîşên çaverêkirî yên ser Îranê û parastina Kurdistanê ji êrîşan re were bikaranîn.

 

Welatiyên deverê gotine ku keresteyên leşkerî yên li Baregeha Harîr a Hewayî têne daxistin, bo HSDê têne şandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin