Amerîka 70 otomobîlên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kirin

.

 Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê 70 otomobîlên din ên gulenebir radestî Wezareta Pêşmerge kirin û ji bo rûbirûbûna terorê jî, di alîkariya bi Pêşmerge re berdewam dibe.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li Twittera xwe nivîsî: “Di çarçoveya bernameya piştevaniya darayî û biçekkirinê ya Amerîka ji bo rûbirûbûna DAIŞê de, 70 otomobîlên leşkerî yên gulenebir radestî Wezareta Pêşmerge bûn.”

Marotto tekez kir, ew bi alîkariyên xwe yên ji bo bihêztirkirin û biçekkirina hevpeymanên xwe di rûbirûbûna terorê, dabînkirina ewlehiyê û parastina dezgehan de berdewam dibe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye