Berdevka Qesraspî Sarah Sanders amaje bi wê yekê kir ku wê ew leşkerên wan bi ermanca aştiyê li Sûriyê bimînin û wiha got: “Bi qasî 200 leşker dê wek hêza aştîyê hîn demeke din li Sûrîyê bimînin.’’
Heta aniha nayê zanîn bê wê ew leşkerên Amerîkî dê li kîjan herêmê û çiqasî bimînin.
Hêjayî gotinê ye duhê êvarî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bi rêya telefonê rewşa Sûriyê û avakirina herêma aram gotûbêj kiribûn.