Amed û Mêrdîn wekî 'Herêma Karesatê' hatin ragihandin

.

AFADê ragihand ku ji ber karesata agirê zeviyan Amed û Mêrdînê wekî “Herêma karesatê” hatin diyarkirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

AFADê da zanîn ku ji ber agirên 20ê Hezîrana 2024an ku li Amed û Mêrdînê derketibû herêm wek “Herêma Karesatê” hatiye ragihandin û ji bo herêmê 5 milyon lîreyên Tirkî (milyonek û 700 hezar dolar) alîkarî hatiye şandin.

AFADê di daxuyaniyê de got: “Dewleta me hemû derfetên xwe bi awayekî bilez seferber kiriye.

Ji bo alîkariya malbatên qurbaniyên agir 3 milyon lîre ji Amedê û 2 milyon lîre jî ji Mêrdînê re hatiye şandin.

Herwiha ji bo zerara çandiniyê û ajelan jî Serokkomariyê û AFADê 50 milyon lîre bo herêmê şandiye.”

Çi bûbû?

20ê Hezîranê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû û midexaleya destpêkê ji aliyê welatiyan hatibû kirin.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Di encama şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest da û xisareke gelekî mezin a madî çêbû.

Piştî şewatê lêkolîn hatibû destpêkirin û li gorî lêkolîna destpêkê ya Serdozgeriya Komarî ya Amedê şewat ji têlên elektirîkê derketiye û bi ba û bablîsokê re gur û belav bûye û li Mêrdîn û Amedê 15 hezar donim erde çandiniyê li ber xwe girtiye.

Kurdistan Haberleri

Federsyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Karesta Şengalê Bibîranî
Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike
Salvegera 12an a Komkujiya Şingalê: Çarenivîsa 2 hezar û 526 Kurdên Êzidî ne diyar e
Trump êrişa li Îranê bi paş xist: Gelo Mihemed bin Selman xwest?
Li Hewlêr û Silêmaniyê êrişên bi dronan: Hemû hatin xistin