Amed: Şehîd Dr.Silêman û Resûl Mihemedzade hatin bibîranîn

Partîyên Bakurê Kurdistanê Şehîd Dr.Silêman û Resûl Mihemedzade bibîranîn

HEREKETA AZADÎ,PAK,PAKURD,PDK BAKUR, PSK li gel Sebahattîn Korkmaz, Fûad Onen û Ahmed Kasimoglu yê nûnerên malbata Çurukkaya, şehîdên Kurdistanê Seîd Çurukkaya û Resûl Mihemedzade li Amedê roja 24.12.2016an li Otêla Lîlûzê bibîr anîn .

Bibîranîn di saet 14.30an de destpê kir.Çalakîya bîbîranînê bi axaftina endama PAKê Zînet Dînçer destpê kir. Piştî axaftina destpêkê jibo şehîdên Kurdistanê deqeyeke rêz hate girtin û sirûda Netewî ya Kurdistanê Ey Reqîp hate xwend in.

Paşê bername bi moderatorîya Sebahattin Korkmaz berdewam kir.

Di çalakîyê de nûnerên Hareketa Azadîyê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır û Rêveberên PAKê, Serokê PAKURDê İbrahim Halil Baran, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek, Serokê Giştî yê ÖSPê Sinan Çiftyürek û gelek nûner û rêveberên partîyan, Sîyasetmedar û rewşenbîran cih girtin.

Di bernameyê de pêşîyê sîyasetmedar Fuat Önen axaftinek kir û behsa jîyan û tekoşerîya Dr.Silêman kir.

Piştî axaftina Fuat Önen li ser navê HEREKETA AZADÎ,PAK,PAKURD,PDK BAKUR, PSKê, Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek axaftinek kir û piştre jî li ser jîyana Dr.Silêman sînevîzyoneke hate nîşandan.

Paşê jî li ser jîyana Resûl Mihemedzade Nûnerê PDK-Î yê Behruz Şucaî axaftineke kir.

Herwiha Selim Çürükkaya yê birayê Dr.Silêman jî ji Elmanyayê bi rêya Skype yê beşdarî bernameyê bû û axivî.

Di dawîya bernameyê de jî Ahmed Kasımoğlu axaftineke kir û bername piştî vê axaftinê bidawî hat.
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin