AMED/ Salvegera destpêka serhildana Şêx Seîdê Nemir hate vejandin

Di 93yemîn salvegera destpêkirina serhildana Şêx Seîd û hevalên wî de, li Diyarbekirê ji aliyê partî, rêxistin û kesatiyên Kurdistanî ve konfiransekî rojnamevanî hat lidarxistin.

Di konfiransê de hat tekezkirin ku Şêx Seîd Efendî kesatiyeke Kurdistanî bû û armanca serhildanê jî azadiya Kurdistanê bû.

Li ser vê mijarê neviyê Şêx Seîd Ebdella Firat  got:

"Şêx Seîd Efendî ji bo gelê bindest berxwedan kir û li dijî zaliman şer kir. Gelê Kurd ji Şêx Seîd Efendî hez dike û lê xwedî derdikeve. Armanca Şêx Seîd ew bû ku yekîtiya Kurdan pêk bîne û di hemû jiyana xwe de ev yek armanca wî bû."

Ji aliyê xwe ve lêkolîner Seîd Veroj got:

"Bê guman Şêx Efendî mirovekî oldar bû, lê di heman demê de kurdperwerekî mezin bû."

Serhildana Şêx Seîd û hevalên wî, di 13ê Sibata 1925an de, destpê kir û di demeke kin de li Bakurê Kurdistanê belav bû û piştî ku wê demê hin welatên mezin li dijî serhildanê alîkariya Tirkiyê kirin, Şêx Seîd û hevalên wî hatin desteserkirin û 29ê Hizêrana 1925an de, li Diyarbekir hatin darvekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin