Amed: Polis 'Peykera Roboskî' rakir

Peyker ji alîyê Şaredarîyaa Amedê ve di 30.12.2013ê de li Parka Rojavayê de hatibû danîn.

Peykera ku ji bo sembola 34 Kurdên ku di 28.12.2011ê de ji alîyê balafirên Fermandarîya Hêzên Tirkiyê ve li navçeya Qibilanê li gundê Roboskîyê hatibû kuştin, duh êvarê ji alî polisan ve hat rakirin.

Peyker ji alîyê Şaredarîyaa Amedê ve di 30.12.2013ê de li Parka Rojavayê de hatibû danîn.

Wek dihê zanîn  di 3.12.2016ê de Qeymeqamê navçeya Etîmesgut a Anqerê Cumalî Yilmaz wek qeyyum hatibû tayinkirin.

Berê du rojan Hikumeta AKPê biryarnameyeka di hukimê qanûnê de derxistibû û li 20 bajaran 83 komele û waqif girtibû; ji wan yek jî 'Komaleya Ji bo Roboskiyê Edalet Ji Bo Cihanê Aştî' bû.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")