Amed: Li gor qeyyûm kurdî jî zimanê xerîb e!

Zabitê şaredarîyê di şûna ku tirkî zimanê biyanî bihesibîne bahsa wî zimanî nake; kurmancî û zazakî di welatê wan de xistîye kategorîya zimanê bîyanî.

Qeyyûmê Amedê zabiteyên wilo peyde kirîye ku ew 6 zimên zanin û di xizmetê de ne ku alîkarîya wan turîstên ku serdana Amedê dikin.

Li gor nûçeya IHA yê Amirê Zabîteya Şaredarîya Amedê Emrah Aydin gotîye; ew alîkarîya turîstên tên Amedê dikin, him ji bo ewleyîya wan a can him jî di warî naskirina bajêr de alîkarîya wan dikin. Li gor amirê zabitê di kadroyên wan yê 18 kesan de yên ingilizî, almanî, erebî, kurdî, zazakî zanin yanî yên 6 ziman zanin hene.

Zabitê şaredarîyê di şûna ku tirkî zimanê biyanî bihesibîne bahsa wî zimanî nake; kurmancî û zazakî di welatê wan de xistîye kategorîya zimanê bîyanî.

Qeyyûmê Amedê Cumalî Atîlla kurdê Elezîzê ye ew berê qaymeqamê Etimesgûda Enqerê bû piştî hevşaredarîyên Amedê Gulten Kişinak û Firat Anlî ji şaredarîyê hatibûn dûrxistin, ew di şûna wan de hatibû tayînkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin