Amed: Keşê dêrê; par em li otelê bûn, îsal jî kes nehat ayînê!

Li Dîyarbekirê bi wesîleya Noelê li Dêra Meryam Anayê ayîn hatîye tanzîmkirin.

Li Dîyarbekirê bi wesîleya Noelê li Dêra Meryam Anayê ayîn hatîye tanzîmkirin. Keşeyê dêrê Yisûf Akbulut ayinê birêvebirîye û di ayîna ku bi zimanê Tirkî û Surayanî hatîye kirin dua hatine xwendin û li gor salên berê zêdetir kes bêşdarî ayinê nebûne.

Keşeyê dêrê Akbulut gotîye; ew ji bo bûyarên ku li Sûrîyeyê diqewimin xemgîn in, lê par wan ji ber xendek û barîkatên li Sûra Amedê dêra xwe girtine û li otela mane û îsal jî kêm kes bêşdarî ayinê bûne.

Ku ev nûçeya IHA yê li Dîyarbekirê belav kiriye rast be; çawa dibe ku di ayînê de kurdî tuneye; Dêra Meryem Ana li taxeka Dîyarbekirê ku li wê qet ne tirk ne jî tirkîaxêf hene; divê di destpêkê de hêzên kurd û Kurdistanî û şaredarîya bajêr û xelkê Dîyarbekirî zanibin ku ew zêde qîmetê nadin zimanê xwe; û ev li ser keşeyên dêrê jî bandora xwe dike: Mixabin di vê demê de ne meleyên kurd bi kurdî dua dikin ne jî keşeyê xiristîyan bi kurdî diaxifin. Divê mele û keşe ji heqîqetê dûr nekevin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin