Amarên serlêdana nasnameya Sûriyeyê: 10 hezar Kurd serî lê didin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku zêdetirî 10 hezar Kurdan ji bo wergirtina nasnameyê serî li wan daye.

Ev gav piştî wê yekê hat ku bi hezaran Kurd 60 sal in ji mafê nasnameyê bêpar hatibûn hiştin.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê doh li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku wan dest bi wergirtina serlêdanên wan kesan kiriye ku dikevin çarçoveya biryarnameya hejmar 13an a sala 2026an.

Hat ragihandin ku heta niha serlêdana 2 hezar û 892 malbatan hatiye tomarkirin ku ev serlêdan 10 hezar û 516 kesan li xwe digirin.

Li gorî amarên wezaretê, herî zêde li parêzgeha Hisîçayê serî lê hatiye dayîn.

Li Hisîçayê serlêdana 2 hezar û 772 malbatan hat tomarkirin.

Piştî Hisîçayê bi 75 serlêdanan Heleb û bi 32 serlêdanan jî Şama paytexta Sûriyeyê tên.

Her wiha hat ragihandin ku li parêzgehên Reqa û Dêrezorê jî hinek serlêdan hatine kirin.

Navendên tomarkirinê yên li Şamê û parêzgehên Rojavayê Kurdistanê ji meha Nîsanê ve deriyên xwe ji wan welatiyan re vekirine ku bi dehan sal in bê nasname û belgeyên fermî dijîn.

Kar û barên tomarkirina navan li 5 parêzgehên Sûriyeyê didome.

Hikûmetê destpêkê mehek diyar kiribû lê hat ragihandin ku îhtimal heye ev dem were dirêjkirin.

Kurd çima bê nasname man?

Pirsgirêka bêparhiştina Kurdan a ji nasnameyê li Sûriyeyê, vedigere serjimêriya awarte ya sala 1962yan a li parêzgeha Hisîçayê.

Di encama wê serjimêriyê de nêzîkî 200 hezar Kurd ji mafê nasnameyê hatin derxistin û wekî “biyanî” yan jî “mektûm” (yên ku navên wan di ti tomarên fermî de nînin) hatin binavkirin.

Vê rewşê wiha kir ku Kurd nêzîkî 60 salan ji mafên herî bingehîn ên wekî perwerde, xebata fermî, mal û milk û gerê bêpar bimînin.

Kurdistan Haberleri

Ebas Eraqçî telefonî Nêçîrvan Barzanî kir
Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê hişyarî da Îsraîlê
Taxa Kurdan a Şamê di bin barê giran ê buhabûnê û nebûna xizmetguzariyan de maye
Wezîrên derve yên NATOyê li Swêdê civiyan
Piştî biryara sêdaredana "Ecac Tikrîtî"; Kesûkarên Enfalkiriyan gihîştin Nugreselmanê