Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên xwe

Wezareta Derve ya Almanyayê, hişyariya bo welatiyên ku dê biçine Tirkiyeyê, hilkişande asta herî bilind. Hat gotin, heke we di medyaya civakî de parvekirineke rexneya Erdoğan û hikûmetê dihewîne, ecibandibin jî, neçin Tirkiyeyê.

Doh, di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Almanyayê de, nivîsareke dirêj a bi navê 'Tirkiye: Agahiyên Rêwîtî û Ewlehiyê' hate weşandin. Di nivîsarê de balkişand ku li Tirkiyeyê piştî hilbijartina 24ê Hezîranê derbasî pergala Serokomariye hatiye kirin û digel ku Rewşa Awarte rabûye jî, li vî welatî, hê jî siyaseteke tund a ewlekariyê tê meşandin.

Di nivîsarê de hate kirpandin ku bi taybetî xwediyê pasaportên cotehemwelatiyên Tirkiye û Elmanyayê, di metirsiyê de ne.

Herwiha hate bibîrxistin ku van demên dawîn gelek hemwelatiyên Almanyayê bi awayekî keyfî hatine girtin ku piraniya wan ji ber parvekirinên ku rexneyên hikûmetê dihewandin di medyaya civakî de bû ku li Almanyayê ev di çerçoveya fikirandina azad de têne nirxandin bes li Tirkiyeyê ji aliyê dadiya cezayê ve weke sûc hatin dîtin û ne tenê parvekirin; ecibandina parvekirinên mirovên din jî li Tirkiyeyê dibin sebeba şopandinê. Herwiha payamên we yên ku hûn ji rayagiştî re parve nekiribin jî dibe ku ji yekeyên ewlehiyê re hatibin şandin û eger heye di çerçoveya tawanên wekî 'Heqareta li Serokomarî' an jî 'propagandaya rêxistina terorê' bo çend salan hûn ê werin darizandin.

Di nivîsarê de bal kişand ku bi taybetî xwediyê cotehemwelatitiyê di xetereyê de ne ku gelek caran hatine desteserkirin û rastî gelek astengiyan hatine. Nivîsar hişyarî da bi kesên desteserkirî û got ku beyî ku bi nûnertiyên Almanyayê re bikevin têkiliyê û beyî wergêr û parêzgerên xwe, îfade nedin polêsan.

 

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin