Almanyayê 2 saziyên Kurdî girtin

Hikûmeta Almanyayê herdu weşanxaneyên Kurdî yên Mezopotamya û Mîr Mûzîk bi hinceta ku "saziyên ser bi PKKê ve ne", girtin.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakiyan dikin, Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk hatine qedexekirin û biryara girtina wan hatiye dan.

 

Herwiha li navendên wan kompanyayan ên li herdu eyaletên Rhien Westfalya Bakur û Saksonya Jêrîn, hêzên polîs ên Almanyayê pişkinîn kirin.

 

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Almanyayê de tê gotin, di pişkinînên berê de egerên bihêz hene ku ew weşanxane "tenê xizmeta PKKê" dikin.

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn