Almanya: Wê sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyê berdewam bike

.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û piştî civînê li Berlînê derketin pêşberî medyayê.

Heiko Maas di civîna rojnamevanî de li ser pirsa "Gelo Almanya di warê leşkerî de sînordarkirinên xwe yên li hember Tirkiyê dê rake?" got: “Tirkiye di NATOyê de hevpeymaneke girîng e. Almanya her dem ev yek aniye ziman, dê di pêşerojê de jî cihekî wê yê girîng hebe.”

Maas destnîşan kir ku Almanya bi Tirkiyê re hevkariyeke gelek baş dike, bi taybetî jî weke hevpeymanên NATOyê û diyar kir: “Lê belê derbarê hinardekirina pîşesaziya berevaniyê de siyasetên sînordarkirinê yên Almanyayê hene û dê cîbicîkirina vê siyaseta xwe bidomîne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu jî got, tevî pandemiya ku heye, ji ber berdewambûna diyaloga di navbera her du welatan de kêfxweş e û da zanîn, bi piştevaniya Almanyayê, di pêwendiyên Tirkiyê yên ligel Yekîtiya Ewropayê de geşedanên erênî pêk hatine.

Çavuşoglu herwiha eşkere kir ku ligel Maas li ser mijarên navdewletî yên weke Lîbyayê jî axivîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye