Almanya û Îspanya di demeke nêz de dest bi dabeşkirina derziya Koronayê dikin

.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê, Jens Spahn diyar kir, “Meha bê emê dest bi dabeşkirina derziya Covid-19 bikin, cûreyek geşbînî heye ku derziya Koronayê li Ewropayê rizamendiyê wergire, ew jî wiha dike ku em bilez dest bi dabeşkirina wê bikin”.


Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî da zanîn:  “Meha Çileya sala bê, em ê dest bi dabeşkirina derziya Koronayê bikin. Bernameyeke me ya berfireh heye ji bo derzîkirina xelkê û em pêşbînî dikin, di şeş mehan de hejmareke zêde ji xelkê bên derzîkirin”.


Herwiha Pedro Sanchez destnîşan kir:  “Em dê 13 hezar binkeyên derzîkirinê daynîn û heta nava sala bê em dê hejmareke zêde ji niştecihan derzî bikin”.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye