Almanya Tirkiyê xist lîsteya welatên herî metirsîdar

.

 Almanya ligel Amerîka û Îsraîlê Tirkiyê jî xist lîsteya welatê `qada metirsiya wê zêde` ragihand û ji lîsteya welatên metirsîdar dernexist.

Almanya ku di Hezîrana îsal de Tirkiye ji rêza welatên bi metirsiyê derxistibû îro 13ê Tebaxa 2021ê dîsa ligel Amerîka û Îsraîlê Tirkiye jî xiste lîsteya welatên ku herî zêde metirsî lê heye.

Li gor daxuyaniya saziya dijî nexweşên pandemiyê ya Almanyayê Enstîtûya Rober Koch kesên ku ji wan welatên di rêza metirsiya herî zêde de werin Almanyayê, eger derbarê vaksîn wergirtina xwe an jî derbarê ku nexweşiya Coronayê derbas kirine û baş bûne belgeyekê pêşkêş nekin dê 10 rojan di karantînê de bimînin. Ev biryar dê di 17ê Tebaxa 2021ê de bê cîbicîkirin.

Almanya di destpêka Hezîranê de Tirkiye ji rêza `welatên metirsiya wan herî zêde` derxistibû û danî bû rêza welatên metirsîdar.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin