Almanya: Şehîd Dr. Sileman û Resûl Mihemdezade hatin bibîranîn

Dr. Silêman ji Bakur, Resûl Mihemdzade ji Rojhilat di operasîyona Musilê ya li hember DAÎŞê de li Başîka hatibûn şehîdkirin.

Li Şifayinfurtê şehîd Dr. Silêman hat bi bîranîn Îro Yekşeme (11-12-2016) bi serperştiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demukrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S),li bingeha Komeleya Civaka Kurd li bajarê Şifayinfurtê yê Almanyayê, û bi amadebûna hejmarek welatiyên Kurdistanî, bîranîna şehîd Dr.Silêman (Seîd Çirûkkaya) û şehîd Resûl Mihemedzade hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê li demijmêr 14:00 bi xuleka rawestandinê bo canê şehîdên Kurdistanê û bi sirûda niştimanî Ey Reqîb dest pê kir.

Pişt re birêz Mistefa Ozçelîk Sekreterê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi rêya Skypê beşdarî bîranînê bû, û têde behsa xebat û mêrxasî, raman û helwesta şehîd Dr.Silêman derbarê mafên neteweya Kurdî kir, her wiha behsa mafê dewletbûnê jî kir.

Pişt re gotara (PDK-S) ji aliyê Bavê Serbest berpirsê rêxistna Şifayinfurtê ve hate pêşkêşkirin, pişt re gotara rêxistina (PAK) li bajarê Şifayinfurtê ji aliyê birêz Osman Çinar ve hat pêşkêşkirin, û têde behsa mafê dewletbûnê kir û bi mafekî rewayê gelê Kurd anî ziman, pişt re birêz Bavê Kawa gotara Komeleya Civaka Kurd li Şifayinfurtê pêşkêş kir û têda bal kişand ser armancên damezrandina komeleyê û bi mala Kurdan da ziman. Pişt re hevalê şehîd Dr. Silêman, nivîskar û lêkolînvan birêz Zeynel Abdîn, vekolînek bi navê (Helwest û Ramana Serxwebûnê û Dr.Silêman) pêşkêşkir û têde balkişand ser pêvajoya xebata siyasî, têkoşîn, helwest û ramana serxbwenê li cem şehîd Dr. Silêman, herwisa anî ziman ku îro pêdiviya gelê Kurd bi helwest û raman şehîd Dr. Silêman heye û divê ev hizir were belavkirin.

Pişt re Helbestvan Mihemed Hesko (Birasoz) bi xwendina çend helbestan beşdarî bîranînê bû, û bi temaşekirin li belgefilmekî li ser jiyan û karê şehîd Dr. Silêman, çalakiya bîranînê bi dawî bû. . 

Almanya/Mihemed Hesko 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin