Almanya - Ji bo du jinên Kurd pêşangehek hat vekirin

.

 Li bajarê Schleswigê yê eyaleta Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê, Komeleya Kurdî-Almanî ji bo du şêwekarên jin ên Kurd pêşangeheke şêwekariyê vekir.

Şêwekar Sirwe Berzenjî ya ji Başûrê Kurdistanê ye û şêwekar Renda Silêman a ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew bi tabloyên xwe yên ciwan û xweşik beşdarî pêşangehê bûne.

Piraniya tabloyan li ser jinan bi giştî û li ser jinên Kurd bi taybetî hatine xêzkirin.

“Min xwest hêz û rengîniya jina Kurd bidim xuyakirin”

Şêwekar Renda Silêmanê got, "Bi rêya tabloyên xwe min xwest hêza jina Kurd, rengîniya jina Kurd bidim xuyakirin, bê jin ka çiqasî bi hêz e ku di demekê de dikare hezar tiştan bike."

Ev cara yekem e ku li bajarê Schleswigê pêşangehek ji bo du şêwekarên jin Kurd bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tê pêşkêşkirin.

Berpirsa navenda Kultur Lyê Jessica Krollê diyar kir “Navê min Jessica Kroll e, em niha li avahiya Kultur Lyê ne ku ev cih taybet e ji bo pêşkêşkirina çalakiyên kulturî.

Ez kêfxweş im ku îro Komeleya Kurdî-Almanî çalakiya xwe ya ji bo du jinên Kurd ên şêwekar li navenda me pêk aniye ku çanda Kurdî nîşan dide."

“Dîtina van kevalan baweriyekê ji min re çêkir”

Rojane gelek kes diçin serdana wê pêşangehê ku ne tenê Kurd lê ev tabloyên rengîn bala gelek welatiyên Almanî jî kişandiye.

Welatiya Alman Susanne Pertietê got, “Ez wekî miroveke biyanî hatime vî cihî.

Dîtina van kevalan baweriyekê ji min re çêkir ku van şêwekaran tiştê dilê wan xwestiye bi rengên cobicor gotine."

Pêşengeh li avahiya “Kultur L”yê ya bajarê Schleswigê di 22yê Adarê de hatiye vekirin û dê heta 19 Nîsanê berdewam bike.  

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de