Alimên îslamî yên Rojava fetwaya alimên Sûrî ya li dijî Efrînê şermezar kir

Alimên îslamî û melayên Rojavayê Kurdistanê li dijî fetwaya alimên Sûriyî ya li dijî herêma Efrînê nerazîbûn nîşandan û ew fetwa şermezar kirin.

Çend roj berê alimên îslamî yên Sûrî, ku li Tirkiyê dijîn, fetwayek li ser operasyona Efrînê dabûn. Li gorî wê fetwayê, kuştin û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve rewa ye û hêzên Tirkiyê dikarin milk û mal û jinên kurdan wek “xenîmeta şer” zeft bikin!


Li hember vê fetwayê, komek alimên îslamî û melayên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo meşiyan û nerazîbûna xwe li dijî wê yekê anîn ziman.


Cîgirê Serokê Yekîtiya Oldarên Bakûrê Sûriyê Ebdulrehman Bedirxan, ku tevlî meşê bibû, got: “Em ji wan kesan re dibêjin; xwezî ew fetwaya we li dijî hinek din bidana, li dijî kesên ku kuştina we helal kirin û Sûrî bi tevahî talan kirin û kevirek li ser kevirekî nehiştin.”


Hevserokê Yekîtiya Oldarên Herêma Cizîrê Mihemed Mela Reşîd Xerzanî jî li ser vê mijarê got:

“Dema zanayek bê ser sînor û dia ji leşkerekî sitemkar û dagirker re bike li dijî miletekî ewle, miletekî di gund, bajar û darên xwe yên zeytûnan de û xwîn û malên wan li xwe helal bikin, ev ne karê zanayan e, karê zanayan çaksaziya di nava xelkê de ye.”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin