Akar û Şoygu li Soçiyê civiyan

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê û Wezirê Berevanî yê Rûsyayê li bajarê Soçî yê Rûsyayê hevdîtinek pêk anî.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar û Serokê Saziya Îstixbarat  a Tirkiyê (MIT) Hakan Fidan îro danê sibehê (20-11-2018) bo serdaneke fermî çûn Rûsyayê.

 

Hulusi Akar û Hakan Fidan li bajarê Soçî yê Rûsyayê li gel Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu û rayedarên din ên wî welatî kom bûn.

 

Di hevdîtinê de herdu aliyan li gel mijarên di derbarê Rojhilata Navîn de, bi taybetî behsa rewşa dawî ya Sûriyê û Îdlibê kirin.

 

Di 17ê Îlona 2018a de li bajarê Soçî yê Rûsyayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin rêkevtineke 10 xalî ya di derbarê rewşa Îdlibê de îmza kiribûn.

(wêne: AA)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin