Akar: Minbic û Rojhilata Firatê li ber me ne

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar li gel çend berpirsên pilebilind serdana serbazên xwe li ser sînorê Sûriyê kir.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û fermandeyê hêzên bejayî yê Artêşa Tirkiyê serdana yekîneyên xwe yên serbazî li ser sînorê Sûriyê kir.

Hat ragihandin ku Akar li ser sînor ragihandiye ku, amdekariyên wan bo operasyona Minbicê û operasyona rojhilata Firatê berdewam in.

 Akar di daxuyaniya xwe de got ku, ew ê wekî operasyonên berî niha pêkanîne terorîstan di xendeqan de veşêrin.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê wiha got: "Armanca me tenê terorîst in. Hemû kesên xwedî aqil baş dizanin ku tu pirsgirêka me bi birayên me yên Kurd re tune ye. Em bi wan re weke goşt û neynûkê ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin