Akademiya Kurdî li Stockholmê bi peyamekî serxweşî li Serok Barzanî û malbata Barzanî kir

.

Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê bi peyamekî serxweşî li Serok Barzanî û malbata Barzanî kir.

Peyama Serxweşiyê ya Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê weha ye:

Xwişka Serok Mesûd BARZANΠZekiya Mela Mistefa Barzanî koça dawî kir. Akademiya Kurdî sersaxîyê dide tevahiya malbata BARZANÎ û neteweya kurd.

AKADEMÎYA KURDÎ sersaxîyê dide malbata Zekiye Mela Mistefa Barzanî, heskiriyên wê û tevahîya gelê Kurd û xwe hevpara xemên wan dibîne.

Giyana wê şad be û cihê wê bihuşt be.

Akademîya Kurdî li Stockholmê xwe hevpara xemên malbata BARZANÎ dibîne. Em bi ser navê Akademîya Kurdî pir xemgîn in, ji Serok Barzanî re sebrê dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockholmê

Serokê Akademiya Kurdî

Dr. Maruf Yılmaz

Sekreterê Akademiya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM

Kurdistan Haberleri

WAN - ‘Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê’ dest pê kir: 40 weşanxane li wir in
Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan
Zextên Amerîkayê yên li ser NATOyê zêde dibin
Ano Cewher: Kurdistan garantiya mana Mesîhiyên li Rojhilata Navîn e
Nêçîrvan Barzanî bi sedan Kurdên Êzidî ji bo çareseriya derûnî şandine Almanyayê