Ajansa Reutersê nûçeya Barîn Kobanê belav kir

Ajansa Reutersê nûçeya şervana YPJê Barîn Kobanê ku di şerê Efrînê de, jiyana xwe ji dest dabû û çekdarên ku artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike, termê wê parçe kiribûn û teşhîr kiribûn belav kir.

Di nûçeyê de, tê gotin ku termê şervana YPJê Barîn Kobanê ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa tirk ve hatiye parçekirin û vîdyoyên wê li ser torên medya civakî hatine parvekirin.

 

Tê bibîrxistin ku Tirkiyê piştî 8 salên şerê Sûriyê eniyeke din a şer li Efrînê li dijî şervanên kurd vekiriye û bi beşdariya çekdarên piştgiriya wan dike êrîşên hewayî û bejahî pêk tîne.

Ji bo vîdyoya Barîn Kobanê tê gotin ku yek ji milîtanê Tirkiye piştgiriya wan dike, di vîdyoyê de termê şervana YPJê yê parçekirî li erdê digindirîne û bêrêziyê lê dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin