Ahmet Altan tehliye bû

.

Dadgeha Cezayê Bilind a 16em, do Çarşemê biryara berdana rojnamevan û çîroknivîsê navdar Ahmet Altan kir û piştî vê biryarê Ahmet Altan serbest berdan.

Parêzera Ahmet Altan, Figen Albuga Çalikuşu, ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, Altan ji girtîgehê hate derxistin.

Dadgehê pêdeçûna xwe ya ser doza Altan qedand û 10 sal û 6 meh cezayê zindanê pûç kir, ku bi îdiaya piştgirîya darbeya leşkerî ji wî re hatibû birîn. Herwiha bi sedema dema ku Altan li zindanê maye, biryar da ku ew ji girtîgehê were derxistin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye