Xidir USO
Gelê KURD welatperwerkî xwe yê gelekî hêja wenda kir!
Ahmedê Hesinkar, bavê çar keç û çar lawan bû. Seranserê jîyana wî bi du xebatan derbas bû: xebata jibo debara aborî û tekoşîna rizgariya Kurdistanê.
Di temenê neh-deh saliya xwe de bavê xwe wenda dike, tê navçeya Qoserê dest bi kar dike. Dema li ser tablê şêranî difroşe, bi teyibê li sitranek kurdî dixe û dengê wê bilind dike, yekî li qozîyek qezê kêra difiroşe, tê bi sîla pêdikeve û jê re dibê: “dengê wê teyibê bibire!” Ahmedê Hesinker digot: “ji wê bûyerê de min fam kir ku em wek kurd, bindest û hêsîrê dewleta tirk in! Ev bûyer jibo min bû destpêka tekoşîna rizgariya Kurdistanê!”
Jibo debara jîyana aborî Kurd bi ku de diçûn Ahmedê Hesinkar berê xwe dide wir. Diçe Qamişlo, Hesekê, Şam, Heleb, Beyrûd, Bexda, Erebîstana Siûdî.
Di vê navbênê de dibe endamê Partîya Demokrata Kurdistan (PDK). Heta li Siûdî, weşanê PDK, li nav karkerên Kurd belav dike. Li metropolên Tirkî Edenê, Îzmîr, Îstanbûl û çend bajarên din kar dike. Li gelek ciyan dikeve hefsxaneyan û rastî zor û tadeyên giran tê!
Xwedîyê huner û zanînek endezyariya teknîkî bû. Bi karê hesin û çêkirina hin aletan ve mijûl bû. Jibo çayxane û xwaringehan bi proje û dîzayna xwe, demekê dest bi çêkirina kursî û masê hesin kir.
Ahmedê Hesinkar, welatperwerekî herdem bi rêxistin û çalak bû. Ji dawiya salên 1960 de li kuderê jiya be, bi kesên rêxistinî re pêwendî datîne, beşdarî çalakiyên netewî yê Kurdistanê dibe û bi xwe jî pêşkêşîya gelek çalakiyan dike. Di salên 1970yan de li Bakurê Kurdistanê, bi taybet li herêma Mêrdîn û Qoserê beşdarî her xebat û çalakiya PDKT/KUK bûye. Di pîrozkirina Newrozan de pêşengî kiriye.
Li her çar perçê Kurdistanê û li hemû cîhanê pirsgirêka her kurdekî, ya xwe didît û ji xwe re dikir derd û kul; serfirazî û destketina her kurdekî jî ya xwe didît, pê serbilind û dilşad dibû.
Li Başûr Kurdistanê, avabûna Herêma Kurdistina Federal, destketin û wendakirinên Rojavayê Kurdistan û şerê navbêna Amerîka, Îsraîl û Îran ew kelecanî dikir. Bi şev û roj bala wî li van beşên Kurdistanê bû; çi agedarîyên dicivand, bi hemî hevalên xwe re parve dikir. Digot: “êdî ez bimrim jî çavê min li pey min namîne; çimkî gelek armancên min pêkhat! Êdî ez bawer dikim ku wê miletê Kurd ji hêsîrtîyê rizgar bibe!”
Hertim digot: “azadî û serxwebûna miletê kurd bi yekîtîya hemû kurdan ve girêdayî ye! Heta em nebin yek, em bi tûmî rizgar nabin!”
Dema Partiya Azadiya Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Kurdistan bûn yek û Partiya Welatperwerên Kurdistanê (PWK) avakirin, Ahmedê Hesinkar bê dudilî bû endamê vê partiyê û bi awakî çalak beşdarî xebat û çalakiyên partiya PWK bû.
Emê Kekê xwe Ahmedê Hesinkar hertim bi rûmet û dilgermî bibîrbînin!
Dê bîr û bawerî û biryardariya wî ya welatperwerî di tekoşîna me de zindî bimîne!
Oxir be kek Ahmet; di gora xwe de aram razê!