Ahmed Turk ji girtîgehê weha birin nexweşxaneyê

Hevserokê Şaredarîya Mêrdînê Ahmed Turk ê 74 salî yê nexweş duh li girtîgeha Xarbetê birin nexweşxaneyê

 

Hevserokê Şaredarîya Mêrdînê Ahmed Turk ê 74 salî yê nexweş duh (25.01.2017) li Girtîgeha Xarbetê ji bo rapora tendurustî werbigre wek di rismê de dîyar dibe birin nexweşxaneyê.

Wezareta Hundir ya Tirkiyeyê di 17ê Mijdara 2016ê  de Ahmed Turk ji Şarederîyê dûr xistibû û di şûna wî de qeyyum destnîşan kiribû; ew di 21ê Mijdarê de hatibû bin çavkirin û di 24ê Mijdarê de jî hatibû tewqîfkirin û şandibûn girtîgeha Silivrîyê ya Stenbolê û ji li wê jî di 15ê Çilyeya Paşîn de jî  şandibûn Girtîgeha Xarpetê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin