Ahmed Turk hat tewqîfkirin

Hevserokê Şaradarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk îro (24.11.2016) ji alîyê mahkemê ve hat tewqîfkirin.

Hevserokê Şaradarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk îro (24.11.2016) ji alîyê mahkemê ve hat tewqîfkirin. Ahmed Turk di 17ê Mijdarê de ji karê xwe hatibû dûrxistin; di 21ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û 5 roj qedexekiribûn ku awûqat û malbata wî pê re bikeve têkilîyê.

Ahmed Turk di 1973ê vir ve di nav sîyasetê de ye; di hilbijartina 30ê Adara 2014ê de li Mêrdinê ji bo şaraderîya mezin hatibû hilbijartin.

Herweha îro li hember şaredariya Qoser û Bedlîsê operasîyon çêbûn; şaredarê Bedlîsê Huseyin Olan jî hat binçavkirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin