Agir bi kampa koçberan a li Silêmaniyê ket: Zarokekî 8 salî can da

.

Li kampa Aştî ya taybet a koçberan ku nêzîkî Erbet a parêzgeha Silêmaniyê ye, şewat derket. Di şewatê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê bajarokê Erbetê Daban Mihemed ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, îro 22yê Tîrmehê piştî nîvro ji ber sedemeke nehatiye zanîn li kampa Aştî ya nêzîkî bajarokê Erbetê şewat derketiye.

Hat diyarkirin ku ji ber wê şewatê 6 çadir şewitine ku 4 ji wan malbat tê de hebûn.

Di encama şewatê de zarokekî temen 8 salî yê kur jjiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku şewat hatiye kontrolkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye