Agir bi geliyê Duhokê ket – Ziyanek mezin gihîşt jîngeha deverê

.

Agir bi geliyê Duhokê ket ji ber wê jî bi sedan donim dar û zevî şewitîn.

Berdevkê polîsê berevaniya sivîl li Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji BasNewsê re got, piştî şewata çiyayê Zava, agir bi geliyê Duhokê jî ket.

Bêwar Ebdulezîz her wiha got, ji ber wê şewatê bi sedan donim zevî û dar û pûş şewitîn.

Wî efserê polîs da xuyakirin jî, ji ber wê şewatê ziyanek mezin gihîşt jîngeha deverê û çendîn koşkên geştiyarî jî tê de şewitîn. Lê hîn nehatiye zanîn ka ew şewat çawa derketiye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye