Agir bi daristanên Çiyayê Cudî ​ket

.

 Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirin

Li gor çavkaniyên xwecihî, agir derengê şeva Duşembê 6ê Îlonê li nêzîkê gundê Sipîndarokê derketiye, lê ti hewldanek bo kontrolkirina agir nîne.

Sedema derketina agir nayê zanîn û ji ber bayê zêde agir berbelav dibe. Li aliyekî din li 10 cihên daristanên navçeya Bestayê ya Şirnexê ku çend roj e agir derketiye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ti hewldanek nîne bo vemirandina wan agiran û her ku diçe zêdetir berbelav dibin.

Zêdetirî mehekê ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan agir bi daristanan dikeve û dibe sedema zirareke mezin.

Heta niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê wek Colemêrg, Dêrsim agirên daristanan ku berdewam dikin heye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye