Agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ket

Îro serê sibehê agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket û bûye sedema ziyanekî mezin a madî.

Îro serê sibê li bazara Lengê ya Hewlêrê şewat derket û heya niha jî ew şewat nehatiye kontrolkirin û hewlên tîmên agirkujiyê yên ji bo kontrolkirina şewatê berdewam in.

 

Hate ragihandin ku heya niha jî sedemê derketina wê şewatê diyar nîne û ew şewat li dikanên cilûberg û kelûpelên plastîkî derketiye û ev yek vemirandina agir zehmet dike.

 

Li gorî zanyariyan, heya niha ti ziyanekî canî çênebûye, lê agir bi gelek dukanan ketiye ku piraniya wan dukanên cilûbergan in.

 

Şewatê bazara Lenge ya Hewlêrê heta niha nehatiye kontrolkirin û Rêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê jî dibêje, ji ber ku piraniya bazarê şewitiye û bane dikanan herifîne, tîmên agirkujiyê nikarin derbasî nav bazarê bibin û êgir vemirînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin