Afganistan- 30 serbaz hatin kuştin

.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di peqîneke li Kabul ya paytexta Afganistanê de bi kêmî ve 30 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Peqîna bi maşîneya bombebarkirî li Gaznî çêbû ku ew der yek ji navendên Kabul e.

Berpirsên saxlemîyê dîyar dikin temamê 30 kuştîyan karbidestên ewlekarîyê ne û 24 birîndarên din jî hene.

Li gor karbidestên herêmî, armanca peqînê hêzên parastina gel bûne ku ew girêdayî karbidestên ewlekarî yên Afgan in.

Wezareta Navxweyî ya Afganistanê jî piştrast kir ku peqîn bi maşîneya bombebarkirî çêbûye, lê ser armanca peqînê û hejmara kuştî û birîndaran ti agahî neda.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistinan negirtiye ser xwe. Reutersê dîyar kir ku wan bi Talîbanê re peywendî danîye û wê rêxistinê ne berpirsîya êrîşê girtîye ser xwe ne jî red kiriye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da