Adarê! Dêmê Qamişlo..

Konê Reş

Adarê

Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te de
Dêmê Qamişlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tê xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê de
Li hev vedigere..
Erê adarê
Dêmê Qamişlo
Di sikak û kolanan de
Digirî..