92 rêxistinên mafên mirovan: Artêşa Tirkîyê û çekdaran sûcên şer dikin

92 rêxistinên yasayî û mirovî û yên parastina mafên jinan, bang li bidawîkirina dagîrkerîya Tirkîyê, çareserkirina krîza Sûrîyê û çespandina mafên netewî yên gelê Kurd di destûra Sûrîyê de dikin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Qamişlo û bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, 92 rêxistinên yasayî û mirovî daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de hat, “Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi cidî û lez çareserîyeke sîyasî ya aştîyane ji krîza Sûrîyê re deyne û xwînrijandin û wêrankirinê rawestîne.”

Herwiha di daxuyanîya xwe daxwaz kir, tevahî kiryarên tundî, kuştin û xwînrijandina li kolanên Sûrîyê bi giştî û bi taybet jî li herêmên Kurdan rawestînin.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûrîyê yên Tirkîye destekê dide wan, binpêkirinên mafên mirovan li Bakurê Sûrîyê dikin û ew sûc dikevin nava sûcên qirkirina komî û sûcên şer ên li dijî mirovahîyê.

Her wiha hat gotin, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar li bajarên Serêkanîyê û Girê Spî êrişên berfireh ji kuştin, hilweşandina malan, talankirina berhemên çandinîyê dikin û di encama wê de bi sed hezaran sivîl koçber bûne. Herwiha Tirkmen û penaberên Sûrî yên navçeyên din li herêmê bicih dikin û dest bi guhartina demografî li herêmê dikin.

92 rêxistinên yasayî û mirovî dibêjin: Divê nirxên mafên mirovan, welatî, demokrasî û lêborînê bên bilindkirin û di serî de jî mafên bawerîyan çi ol, çi jî ji bilî wê dibe. Her wiha jî divê mafên nêrîn û axaftinê, rêxistina sendîqe, kombûna aştî û pirrengîya sîyasî, bên parastin.

Di beşeke din a daxuyanîyê de hat: Doza Kurd li Sûrîyê, doza nîştimanî û demokratîk a yekane ye. Divê piştevanîya kedên ji bo dîtina çareyeke demokratîk û dadperwerane bê dçtin û divê mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûrê de bêne çespandin.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Hejmareke DAIŞiyên tawanbarên komkujiyên Êzidiyan bi lêborîneke giştî hatine berdan
Celadê Sedam Hecac Tikrîtî li tawanên dijî Kurdan mikur hat
Pedersen: Hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê gef e
Mezlûm Ebdî û Şêx Murşid Xeznewî civiyan
Mihemed Hesen: Li Efrînê 293 dibistan ji bo sala nû ya xwendinê amade ne