9 termên çeteyên Sûrî ji şerê Nagorno – Qarabaxê gihîştin Efrînê

.

Her roj hejmara kuştiyên çeteyên Sûrî yên di şerê Nagorno – Qarabaxê de, zêdetir dibin. Li Azerbeycanê hejmara kuştiyan gihîşt 217 kesan. 9 termên kuştiyên çeteyên Sûrî ji şerê  çeperên Nagorno – Qarabaxê de, gihîştin Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, 9 termên kuştiyên çeteyên Sûrî ji şerê  çeperên Nagorno – Qarabaxê gihîştin Efrînê.

Herwiha zanyarî diyar dikin, 4 çekdarên kuştî ji milîsên “El-Emşat” in, yek ji wan bi navê “Ebû Yezen” e, û ew li gundê Kaxirê yê Mabetayê hatin veşartin. Ji wan 9 kuştiyan, 3 ji milîsên “Sultan Mûrad” in û li goristana taxa Zîdiyê li naverasta Efrînê hatin veşartin. Herwiha 2 kuştiyên din jî, ji koma Oso ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne, yek ji wan “Ebû Mihemed El-Biyanûnî” ye û li goristana “Kersane” li başûrê bajarê Efrînê bi 1 KM hatin veşartin.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiyeyê piştî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê, dewriyeyên asîmanî zêde kirin
Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"