80 endamên “Mertala Firat”ê xwe radestî HSDê kirin

Hate ragihandin ku 80 endamên Mertala Firatê li Deyrezorê tevî malbatên xwe, xwe radestî HSDê kirin. Her wiha wan endaman gotiye ku piştî wan rastiya dagirkeriya dewleta Tirk nas kir ew veqetiyan.

Hate ragihandin di hefteya borî de 80 endamên komên “Mertala Firat”ê ku ji herêma Dêrazorê ne, tevî malbatên xwe reviyan û berê xwe dan herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Kesên ku ji “Mertala Firat”ê veqetiyane, diyar kirin ku ew ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê tevlî “Mertala Firat”ê bûne û gotin Tirkiyê gelek soz dabû wan, lê Tirkiye tenê dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê bi riya van koman bi cih bîne.

Kesên ku ji “Mertala Ferêt” cuda bûne gotin ku piştî wan rastiya dagirkeriya dewleta Tirk nas kir ew veqetiyan.

Ew kes piştî ku gihiştin deverên bi ewle yên HSDê biryara tevlîbûna di nava Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dan.

Beriya niha jî ji heman komên çete 250 kes veqetiyan û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin