8 kolberên Başûr û Rojhilatê, ji aliyê Tirkiyê ve hatin girtin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 8 kolberên Kurd hatin girtin ku hejmarek çekên nêçîrê ligel wan bûn.

Li gor medyaya Tirkiyê, 8 kolber ku 64 çifteyên nêçîrê hilgirtibûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatine girtin.

 

Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku 5 ji wan kesan xelkê Başûrê Kurdistanê û 3 kesên din jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û li nêzîkê gundê Gelêşim ê bajarokê Şemzînana Colemêrgê, ku dikeve ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

 

Li gor agahiyan, kolber piştî ku hatine girtin, bi armanca lêpirsînê bo 34emîn Fermandariya ser sînor hatine şandin.

 

Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, hêzên ewlehiyêyên wî welatî li ser sînor tedbîrên ewlekariyê zêde kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin