6,5 milyon doz vaksîn din gihîştin Tirkiyê

.

Di çarçoveya têkoşîna vîrusa Coronayê de beşa duyem a vaksîna înaktîf îro gihîşt Tirkiyê.

Îro Duşemê 25ê Çileya 2021an di veguhestina beşa duyem a vaksînên înaktîf de ku qismê ewil ji 6,5 milyon doz pêk tê,  gihîşt Balafirxaneya Stenbolê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe derbarê anîna vaksînê de daxuyanî dabû û diyar kir ku di veguhestina beşa duyem a vaksînên înaktîf de 10 milyon doz heye û beşî ewil ê ku ji 6,5 milyon doz pêk tê  îro digihêje wî welatî.

Balafira ku duh ji paytexta Çînê bajarê Pekinê rêketibû, serê sibê li balafirxaneya Stenbolê danî û piştî karûbarên gumrikê vaksîn bi konteynerler bo depoyan hatin veguhestin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye