6 sal bi ser azadkirina Kobanî re derbas bû

.

6 sal bi ser azadkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe.

Îro 26 Çile ye û 6 sal berê vê rojê yanê roja 26 Çileya sala 2015, piştî şer û berxwedaneka giran bajarê Kobanî ji nav lepê terorîstên DAIŞê hat azadkirin.

Di azadkirina Kobanî de, hêzên Pêşmerge jî beşdar bûn. Dema Kobanî li ber ketinê bû, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, ku wê çaxê serokê Herêma Kurdistanê bû, hêzeka Pêşmerge roja 28 Cotmeha 2014 derbasî Kobanî bû û di azadkirina Kobanî de alîkariya şervanên kurd kir.

Kobanî di resimiyetê de girêdayî parêzgeha Reqa ya Sûriyê ye lê niha ji aliyê rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê ve tê birêvebirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin