500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin

.

Baroya Şirnexê, da xuya kirin ku di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl ê 500 rojin agahî jê nayê girtin û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl a piştî 70 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin de, tu pêşketin tuneye.

Hurmuz Dîrîl ê 71 salî û hevjîna wî Şimonî Dîrîl a 65 salî yên li gundê Mehrî ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8’ê Çileya 2020’an ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin revandin. Cenazayê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojan li qeraxê Çemê Hêzilê hatibû dîtin. Lê, ligel ku 500 roj derbas bûn jî, hîna agahî ji Hurmuz Dîrîl nayê girtin û derbarê aqûbeta wî de tu pêşketin tuneye.

Baroya Şirnexê ya bi xizmên malbata Dîrîl re hevdîtin kir, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Baroyê di daxuyaniya da de wiha got: “Bi ser windabûna Hurmuz Dîrîl re 500 roj derbas bûn, lê heya niha tu pêşketin çênebû. Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl ê 500 rojin agahî jê nayê girtin û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl a piştî 70 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin de, tu pêşketin tuneye. Ji bo ku bûyer ronî bibe, em ê şopdar bin.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin