5 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin îşkence kirin

.

 Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê ku li ser sînorê Çaldêran a parêzgeha Urmiyê 5 kolberên kurd girtibûn, îşkence li wan kirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, kolberên 19ê Tîrmeha 2021ê li ser sînor hatibûn binçavkirin, danê sibê ji bo îşkenceyê bo nexweşxaneyên Mako û Çaldêranê hatine veguhestin.

Herwiha vîdyoya îşkenceya li wan kolberan hatiye kirin jî li ser medya civakî hatiye belavkirin.

Hat diyarkirin, baregeha leşkerî ya Seqizê ya li nêzîkî gundê Îsa Gulik li ser sînorê Çaldêranê, ew kolber desteser kirine û bi çek û daran bi tundî li wan dane.

Kolberên hatine îşkence kirin; Cemal Hesen Pûr, Baran Hesen Pûr, Hisên Firûzî, Welî Muqimî û Hemîd Ebdullahzade ne, cil û bergên wan ne li ber wan nîne û vîdeo nîşan dide ku nikarin li bixwe bimeşin, lê kesekî din alîkariya wan dike.

Yek ji kolberan serê wî şikestiye û xwîn ji laşê wî tê û nîşaneyên îşkenceyê li ser wî xuya dibe.

Kesê ku vîdeo tomar kiriye dibêje: “DAIŞ karê wiha nekir.”

Hêzên Berevaniya Sînorî yên Îranê Roja Înê 16ê Tîrmeha 2021ê jî 3 kolberên xelkên Selas û Bawacanê li bajarokê Newsûd yê sînorî nêzîkî Pawa îşkence kiribûn.

Kurdistan Haberleri

DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike
Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye
Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e